• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê civiya

Gulan Media September 29, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê civiya
spasiya keda parlementerên PDKê kir
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel parlementerên firaksiyona partiya demorkata Kurdistanê li parlementoya herêma Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de Serok Barzanî spas û destxweşiyê li erk û keda endamên firaksiyonaî PDK li xula çarema Parlemenê kir û tekez li wê yekê kir ku firaksiyona PDK li xula pêşûya Parlemen li rewşeke hestiyar û dijwara siyasî da karê xwe bi başî encamdaye û keda wan cihê pêzanînêye.

Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser proseya siyasiya Kurdistanê û daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo hengavên berev Kurdistanekî bihêz şîrove kir.

Di beşekî dinê vê civînê da Serok Barzanî nêrîna xwe ya li ser giftûgo û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo amadebûyan eşkere kir.

Top