Wezîrê navxwe yê Îranê: Îsal sê milyon kes bo erbeînê diçin Iraqê
Wezîrê navxwe yê Îranê, Mihemed Rehmanî Fezlî îro serdana deriyê sînorî yê Mêhranê li herêma Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê kir.
Rehmanî Fezlî li wir daxuyaniyek da û ragihand, bi texmîna wî îsal dê derdora 3 milyon kes ji Îranê bo roja erbeînê biçin Kerbelayê.
Beşek mezin ji wan kesan ji deriyê Mêranê re derbasî Iraqê dibin.
Wezîrê navxwe yê Îranê paşê bi şandekê çû Bexdayê. Ewê li wir bi wezîrê navxwe yê Iraqê re li ser amadekariyên Iraqî bo pêşwazîkirina Îraniyên ku bo erbeînê diçin Iraqê, hevdîtin bike.
Îsal roja erbeîna (roja çilemîn) sêyemîn îmamê şîeyan îmam Husên dikeve roja 19 Cotmehê.
Şîeyên Iraq, Îran û cîhanê her sal çilemîn roja kuştina îmam Husên bi merasimek mezin dikin şîn. Tirba îmam Husên li bajarê Kerbela yê Iraqê ye.
Basnews
