Kiliçdaroglu: Şerê Tirkiyê li Sûriyê rewa ye
“Konferansa Sûriyê ya Navnetewî” bi axaftina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu destpê kir û Serokê CHPê ragihand, ew bi vê konferansê dixwazin aramî û aştiyê bînin Sûriyê û pêwendiyên Enqere û Şamê careke din baş bikin.
Kiliçdaroglu herwiha ragihand, Tirkiye ji bo ewlekariya xwe, li Sûriyê şerê terorê dike û ev şer rewa ye.
Partiya Gel a Komarê (CHP) di derbarê çareseriya pirsa Sûriyê de îro li Stenbolê konferansekê saz dike.
Di konferansê de he du aliyên rêjîm û opozîsyona Sûriyê ligel hejmarek mamosteyên zanîngehê, rojnamevan û siyasetmedar beşdar in, lê PYD û YPGê nehatine vexwandin.
K24
