• Thursday, 12 February 2026
logo

Şêx Ceifer: Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê ne karekî hêsan e

Gulan Media September 28, 2019 Nûçe
Şêx Ceifer: Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê ne karekî hêsan e
Li gor Cîgirê Serokê Herêma Kurdstanê, rêgirî gelek hene û vegera hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê ne karekî hêsan e û herwiha derbarê yekgirtina yekîneyên 70 û 80 ên Pêşmerge de jî got ku hewldan û xebateke zêde heye.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa, beşdarî bernameya, ‘Nûrojî Dostan’ a Rûdawê bû. Şêx Ceifer ragihand ku heta niha Erebên şoven û Tirkmenên tundrew li dijî vegera hêzên Pêşmerge ne bo Kerkûkê û got, “Tevî hemû hewldanên Adil Ebdûlmehdî bo asayîkirina rewşa Kerkûkê, ji aliyê Bexdayê ve jî rêgiriyên zêde hene.”

Şêx Ceifer, derbarê xebatên yekgirtina yekîneyên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge jî got ku ew ne karekî dijwar e û diyar kir, “Azmûna me heye û nêzikî 12 lîwa di yekîneyên 70, 80, hêzên sosyalîst, komunîst, zehmetkêşan de hatine yekkirin. Ew hêzên ku hev girtin di şerê DAIŞê de weke yek hêz û yek can şer kirin û li gel hev di sengeran de şehîd bûn.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, hinek kêşe asteng bûn li pêş yekgirtina hêzên Pêşmerge û diyar dike, “Hûn dizanin, kêşe û girîftên zêde ne hene bo yekgirtina bi temamî. Yek ji wan girîftan nebûna budce ye. Ji ber ku pêwîstî bi budceyeek zêde heye. Heta niha jî me serbazgeheke temam û navendî bo rahênaneke baş nîne.”

Derbarê pirsa kîjan yekîne ji wan di warê rahênanê de baş e, Şêx Ceifer, ragihand, “Dikarim bibêjim, herdu hêz jî wek hev in. Li gel hemû wan girîftan jî li gor min yekxistina wan hêsan e û kar ji bo wê yekê tê kirin.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji Kerkûkê û hejmareke deverên din ên Kudistanî ku weke, 'deverên nakok' tên binavkirin, vekişiyabûn û bajar ketibû destê çekdarên Heşda Şabî û Artêşa Iraqê. Bi vekişîna hêzên Pêşmerge ji wan deverên Kurdistanî nearamiyekê li wan herêman rû daye.

Rudaw
Top