Serok Barzanî pêşwaziya hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kir
Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kir ku bi dirêjahiya temenê xwe xizmeta hunerê kiriye û cihê destên wî li geşbûna kultûr û hunera bajarê Hewlêr û Kurdistanê de diyare û niştimanperwerane li rêya hunera xwe ve xizmeta welatê xwe kiriye.
Her wiha Serok Barzanî rewşa tendirustî û jiyana Erbîlî pirsî û hêviya saxî û temendirêjiyê ji bo wî xwest.
Waar.tv
