Hejmarek kesayetiyên Sûrî ragihandina Sûriyeya Federal belav kirin
Amadekarên rahigandina Sûriyeya Federal ji hemû pêkhateyên Sûriyê ne . Herwiha hin kesayetiyên siyasî yên Ereb ên navdar hene ku berê bi tundî li dijî federalîzmê bûn.
Ragihandin ji 18 xalan pêk tê ku naveroka wê ya sereke ev e:
“Armanca destpêşxeriyê ragihandina demildest a Komara Sûrî ya Federal e.
Ragihand tekeziyê li ser yekîtiya Sûriyê, vegerandina serweriya wê û garantîkirina mafên hemû pêkhateyên wê dike.
Destpêşxerên ragihandinê daxwaza parastina herêma bakur dikin û bangî civaka navdewletî dikin da ku rêkarên parastina sivîlan bigire ber.
Komara Sûrî ya Federal li ser bingeha dabeşkirina rêveberî û li berçavgirtina rastiyên cografî, rewşenbîrî û aborî tê avakirin.
Herwiha garantîkirina mafên pêkhateyan wekî Kurdan ku li ser xaka xwe ya dîrokî rastî çawsandinê hatine û bi heman şêweyî jî Ereb, Siryan, Aşûrî, Tirkuman û Qefqasî.
Komara Sûrî ya Federal dê ji herêmên cografî pêk bê ku navenda wan a siyasî Şama paytext be.
Herwiha dê hikûmetên xwecihî ji aliyê nişteciyên her herêmekê bên hilbijartin.
Paytexteke demkî ji bo dewleta Federalî li herêmên rizgarkirî bê destnîşankirin.
Desteyeke ji 99+1 Sûriyan, jin û mêr bê binavkirin da ku serpereştiya qonaxa veguhêz bike.
Hikûmeteke demkî Federal ji hemû herêmên Sûrî bê pêkanîn da ku karûbar û ewlehiya wan herêman bi rê ve bibe.
Artêşeke Sûrî federa û dezgeheke polîs a federal bên dirustkirin.”
Di nav amadekarên ragihandinê de, hejmarek akademisyan û siyasetmedarên Kurd hene.
Serokê Peymangeha Ragihandin û Lêkolînên Siyasî Dr. Ridwan Badînî, ku yek ji endamên desteya damezrêner e, ji Rûdawê re got: “Ev ragihandin dê bibe sedema hinek liv û tevgeran.
Dûr ji aliyên siyasî yên Sûriyê, ev yekemîn destpêşxerî ye ku ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê û daxwaza pejirandina sîstema federal ji bo Sûriyê dike.
Rudaw
