• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka: Em ê li ser piştevanîkirina herêma kurdistanê berdewambîn

Gulan Media September 25, 2019 Nûçe
Amerîka: Em ê li ser piştevanîkirina herêma kurdistanê berdewambîn
Duh li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Gregory Kreuder Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîkî li Iraqê rewşa asayîşa navçeyên kêşe li ser yên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federala Iraqê guftûgo kirin û bi taybetî tîşk xistin li ser rewşa parêzgeha Kerkûk û dewrubera wê û navçeya Şingal û Deşta Nînowa, her wiha tekez li ser parastina asayîş û aramiya li tevahiya Iraqê kirin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê pesn û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetî û piştgîriya Amerîka li Herêma Kurdistanê ji bo têkşikandina DAIŞê dûpat kir û berdewamiya beşdariya Amerîkayê li proseya yekxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi pêwîst zanî û spasî wan hevkarî û yarmetiyan kir ku heta niha li vî derbarî de pêşkêş kirine.

Li civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û şandekî serbazî jî têda beşdar bûn, birêz Berpirsê Nivîsîngeha Hemahengiya Asayîşa Amerîka li Iraqê jî pesnê rola Pêşmerge ya li şerê dijî terorê kir û berdewamiya piştgîriya Amerîka ji bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê û piştgîriya li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge kir.

Waar.tv
Top