Li Edaneyê teqîn: Hejmareke polîs birîndar bûn
Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş ragiahnd ku li navçeya Yuregîrê ya navend dema otobûsa polîsan derbas dibû bi bombeyeke destçêkirî an cureyekî din êrîşa bibombe hat kirin.
Demirtaş got di êrîşê da polîsek û 4 kesên li derûdorê birîndar bûn lê rewşa wan giran nîne.
Demirtaş derbarê rewşa birîndaran de wiha got: "Rewşa birîndaran pir baş e. Welatî ji bo tebdîrê çûn nexweşxaneyan. Tu pirsgirêkeke polîsê me jî tune."
Derbarê êrîşa bibombe de Walîtiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin dema otobûsa polîsan ji taxa Selahadîn Eyubî derbas dibû êrîşeke bibombe hat kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di êrîşê de polîsek û 4 kesên ku wê heyamê li derûdorê bûn birîndar bûn. Rewşa birîndaran gelekî baş e. Derbarê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.”
Rudaw
