Amerîka û Tirkiye gera bejayî ya duyem li “herêma ewle” dikin
Îro û di çarçoveya xebatên avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê de hêzên Tirkiye û Amerîkayê dê gera xwe hevbeş a bejayî ya duyemîn dikin. Ji bo vê yekê hejmarek zêde otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê berê xwe dan ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Peyamnêrê K24ê li ser sînor da zanîn, gera hevbeş a hêzên Amerîkî û Tirkî destpê kir û 2 otombîlên leşkerî yên Amerîka û 4 otombîlên leşkerî yên Tirkiyê derbasî nava xaka Rojavayê Kudrdistanê bûn.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, eger e hêzên hevbeş ên Amerîkî û Tirkî heta kûrahiya 10 K.M biçin û çavdêriyê bikin. Herwiha firokeyên bêfirokvan jî li esman difirin.
Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn, ji wan jî Navnedeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê pêk bînin û gerên hevbeş ên bijahî û esmanî bo çavdêriya wê herêmê bikin.
Piştî vekişîna hêzên HSD û YPGê ji wê herêmê, gera hevbeş a bijayî yekem bi beşdariya 12 otomobîlên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê di 8ê Îlonê de li Girê Spî bi rê ve çûbû û sê demjimêran berdewam kiribû.
Li ser “herêma ewle” Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja 18ê vê mehê mohleta ta dawiya vê mehê dabû Amerîkayê heger encamekê ji herêma ewle bidest nexin, dê dest bi bicihkirina pilana xwe bikin.
K24
