• Thursday, 12 February 2026
logo

Dadgehê cezaya 3 parlementerên HDPê pesend kir

Gulan Media September 24, 2019 Nûçe
Dadgehê cezaya 3 parlementerên HDPê pesend kir
Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya sê parlementerên HDPê pesend kir.

Ji ber doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo Parlementerên HDPê Pero Dûndar û Musa Farisoglullari 9 sal û ji bo Leyla Gûvenê jî 6 sal û 3 meh cezaya zindanîkirinê hatibû dayîn.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya her sê parlementeran pesend kir, lê cezaya 18 salan a ji bo Parlementerê Wanê Tayîp Temel hatibû dayîn red kir.

Dadgeh herwiha ji nava 154 siyasetnedaran, cezaya 118 kesan jî pesend kir û yên 36 kesên din red kir. Cezaya 21 salan a Hevserokê berê yê DBPê Kamûran Yuksek jî hate pesend kirin.

Doza KCKê di sala 2009an de piştî hilbijartinên herêmî destpê kiribû û 189 siyasetmedar, rewşenbîr û çalakvan hatibûn dadgehkirin û cezaya 109 salan û 10 meh û 22 rojan bo wan hatibû dayîn.

Top