• Thursday, 12 February 2026
logo

Yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve beşdarî li civîna ciwanên cîhanê dike!

Gulan Media September 24, 2019 Nûçe
Yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve beşdarî li civîna ciwanên cîhanê dike!
Yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve û bi fermî beşdarî li civîna rêveberên ciwanên siyasî ya cîhanê dike.

Civîna rêveberên ciwanên siyasî li Cîhanê (GYLF) her sal li Îspanyayê bi beşdariya sedan ciwanên siyasî û rêveberên diyar ên cîhanê ve birêve diçe û îsal 22.09.2019ê destpê kir û heta 28ê mehê jî dê berdewam be.

Civîna îsal de yekem care ciwanekî kurd bi Ala Kurdistanê ve beşdar bû.

Cîgirê serokê her du rêxistinên Ciwanên Siyasî yê Ewropa û Cîhanê û Nûnerê Yekitiya Ciwanên PDKê li derveyî welat Felah Hesen wek nûnerê ciwanên Kurdistanê beşdarî civînê bûye û ji basnewsê re ragehand, giringe her takekesekî Kurdistanê li derve nûnertiya gelê xwe bike û dosyaya rewa ya gelê kurd bigehîne cîhanê û binasîne.

Di civîna rêveberên ciwanên cîhanê de bi dehan serokên welat, serok û berpirsên payebilind ê welatan ên berê behsa ezmûnên xwe dikin.

Basnews
Top