Hiştina Demirtaş ya di zindanê de ne qanûnî ye
Parêzerên wî li Baroya Amedê daxuyanîyek di derbarê pêvajoya darizandina Demirtaş de dan çapemenîyê. Daxuyanî parêzer Mehmet Emin Aktar xwend û got: “Di derheqê Demirtaş de girtin hatîye xwestin eva sixtekarîye. Bê belgeye idea bê bingehe. jiber wê ji bi sixtekarîyekê hatiye tewqifkirin.”
Li gor zagona Tirkiyê yê keseke li ser mijarekê eger biryara berdanê bê dayîn nabe ku di heman mijarê de hej ew kes tê darizandin biryara zindankirinê bê dayîn. Ev teqez dijî qanunê ye.
Herwiha ew dozgerê dozneme di derheqê demirtaş de vekirî jî di jî qanunê tevdigere. Li ser vê yêkê parêzerê Demirtaş Mesut Beştaş ji Waarê re axivî û got: “Vê lêkolina ku anha halê hazir dozger qaldike, buye sebebê girtina van her du serokên HDPê yên berê de navê van kesan derbas nabe. Ji ber vê emê bervedana xwe bikin di huquqa navxweyî de.
Hêjayê gotinê ye ku 19 emin dadgeha giran ya Enqere biryara azadkirina demirtaş dabû. Li ser bervedana Serdozger ya ev biryar bê betalkirin 20 emin dadgeha giran ya Enqereyê ji ev biryar betalnekir û li gor qanunê divê demirtaş bê azadkirin. Ji aliyê din ve doza Demirtaş li Daireya Mezin ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa jî hat ditin û li gor parêzerên wî teqez wê biryara azadkirina wî bê dayîn.
Waar.tv
