• Thursday, 12 February 2026
logo

Trump: Ezê terora îslamî jinavbibem!

Gulan Media September 23, 2019 Nûçe
Trump: Ezê terora îslamî jinavbibem!
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand, eger bo demekî din bibe serokê Amerîkayê dê terora îslamî jinavbibe.

Donald Trump di helmeta bangeşeya helbijartinê ya Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modî jî amade bû de gotarek pêşkeş kir.

Di helmeta bangeşeya ku bi beşdariya hezaran kesên Amerîkî û bi rêgez hindî li qada sporê ya eyaleta Teksasê birêve çû de, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku ‘’Terora îslamî’’ jinavbibe.

Biryare di mijdar a 2020ê de helbijartinên serokatiya Amerîkayê pêkbên û serokê naha yê Amerîkayê Donald Trump jî namzedê Partiya Komarî ye di wê helbijartinê de.

Basnews
Top