• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên Îranî 29 kolber kuştine

Gulan Media September 23, 2019 Nûçe
Hêzên Îranî 29 kolber kuştine
Di şeş mehên destpêkê yên îsal de 119 kolber, ji ber teqeyên hêzên ewlekariyê yên Iranê û bûyerên xwezayî, bûne qurbanî.

Rêxistina taybet bi kolberan amarên kuştin û birîndarbûna kolberan di bihar û havîna îsal de belav kirin û ragihand ku ji detpêka îsal ve, li parêzgehên Urmiyê, Sine û Kirmaşanê 119 kolber bûne qurbanî.

Ew kolber ji ber teqeyên hêzên ewlekariyê yên Iranê, ji ber sermayê, teqîna mayînan yan jî ketina ji çiyayan bûne qurbanî.

Ji 119 kolberan, 37 kolber canê xwe jidest dane û 82 kolberên din jî birîndar bûne.

Her li gorî amarên wê rêxistinê, ji wê hejmarê, 29 kolber bi teqeyên hêzên ewlekariyê canê xwe jidest dane û 76 kolber birîndar bûne. 2 kolber ji ber ketina ji çiya canê xwe jidest dane û 3 jî birîndar bûne.

4 kolber ji ber sermaya zêde qerisîne û canê xwe jidest dane û 2 kolberan jî di bûyerên trafîkê de canê xwe jidest dane û yek jî birîndar bûye.

Herwiha 2 kolber ji ber teqîna mayînan birîndar bûne.

Di warê erdnîgarî de 85 kolber li Parêzgeha Urmiyê, 22 jî li Sine û 12 kolber li parêzgeha Kirmaşanê bûne qurbanî.

Rudaw
Top