Serok Barzanî: Ji destdana hunermend Enwer Şêxanî ji bo me hemû aliyek ziyaneke mezine
Peyama Barzanî wihaye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya hunermendê niştimanperwer û navdarê bajarê Hewlêr Enwer Şêxanî gihîşt me. Ji destdana wî hunermendê xweştivî ji bo me hemû aliyek ziyaneke mezine.
Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li malbat û kesukarê xwedê jêrazî Enwer Şêxanî û hemû rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
23.09.2019
