ENKS beşdarî civînên Komeleya Giştî ya NYê dibe
Di dema van 7 rojên bê de, civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî birêve diçin. Li wan civînan gelek mijarên girêdayî welatên cîhanê dê bêne gotûbêjkirin. Di nav de jî dosyeya Sûriyê.
Ew civîn di demekê de têne encamdan, ku Serokomarê Tirkiyê RecepTayyip Erdogan gefên xwe li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Ferat tundtir kirine û ragihandiye ku nabe hevpeymana wan a stratejîk, ango Amerîka, piştgiriya terorê bike, ku mebesta wî jê YPGê û HSDê ne.
Di nav civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Nûnerê ENKSê Îbrahîm Biro, beşdar dibe.
Di nûtirîn pêwendî de, ligel Îbrahîm Biro, ji Rûdawê re ragihand ku beşdarbûna wî, di nav şanda Desteya Danûstandinan a Opozisyonê de ye. Ew şand ji 7 kesan pêk tê, li gorî pêkhateyên wê desteyê.
Ibrahîn Biro got: “Biryar e şanda wan, roja Yekşemê yekem hevdîtinê ligel berpirsa Karûbarên Derve û Ewlehiyê di Yekîtiya Ewropayê de, Federica Mogherini, encam bide.”
Di wê hevdîtinê de, şanda Desteya Danûstandinan dê mijarên girêdayî pirsa Sûriyê ligel Mogherini gotûbêj bike.
Nûnerê ENKSê li nav şanda Danûstandinan, ji New Yorkê, ji Rûdawê re ragihand ku biryar e li perawîza civînên Komeleya Giştî, şanda wan gelek hevdîtinan ligel nûnerên welatên beşdar encam bidin û dosyeya Sûriyê ligel wan gotûbêj bikin.
Di civînên Komeleya Giştî de, herwiha li perawîza wan civînan, bêhtir danûstandin wê li ser Komîteya Destûrê û dosyeya girtiyan bin
Herwiha rewşa Idlibê, Navçeya Aram û dosyeya penaberan wê bêne gotûbêjkirin.
Civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê ji 22 heta 29ê vê meha Îlonê berdewam bin.
Rudaw
