• Thursday, 12 February 2026
logo

DIŞI: Teqînên Kerbelayê karê me ye

Gulan Media September 22, 2019 Nûçe
DIŞI: Teqînên Kerbelayê karê me ye
Terorîstên DIŞIê bi rêya saziyên çapemeniya xwe daxuyaniyek belav kirin û têde diyar kirin ku ev teqîna ku li ber yek ji deriyên bajarê Kerbelayê pêk hatibû, karê terorîstên DIŞIê ye.

Ji aliyeke din ve hêzên Îraqî jî belav kirin ku berpirsiyarê teqînê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatiye binçavkirin.

Herwiha berpirsekî heşda şebî jî diyar kiriye ku teqîn bi rêya bombeyekê bûye ku di nava pasekê de hatibû danan û bi rêya reymond kontrol( kontorl ji dûrve) hatiye teqandin.

Weke tê zanîn di teqîna roja înê ya Kerbelayê de 12 kes hatibûn kuştin û 5 kesên din jî birîndar bibûn.

Top