Serokê encumena Xaneqînê: Rewşa ewlehiya gundên Xaneqînê gelekî xirab e!
Serokê encumena Xaneqînê, Semîr Mihemed Nûr ji BasNewsê re got, rewşa ewlehiya gundên Xaneqînê baş nîne ji ber ku êriş û çalakiyên DAIŞê li wan deran zêde bûne.
Semîr Mihemed Nûr her wiha got, çend şev berê çekdarên DAIŞê êrişî gundê Elî Sebahî li kêleka çemê Sîrwan kiribûn, 69 gamêşên gundiyan kuştibûn û 8 mal jî şewitandibûn.
Serokê encumena Xaneqînê anî ziman ku êdî xelk baweriya wan bi hêzên ewlehiyê nemaye û got, ji ber wê jî ev çend car in em daxwaz ji hikûmeta Iraqê, hikûmeta Kurdistanê û parêzgeha Diyale dikin bila hêzên Pêşmerge vegerin Xaneqînê û wan deran biparêzin. Lê heta niha bersivek baş nedane me.
Basnews
