• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana baregeha Yekîtiya Zanayên Îslamî kir

Gulan Media September 22, 2019 Nûçe
Serok Barzanî serdana baregeha Yekîtiya Zanayên Îslamî kir
dibêje lazime nîştimanperwerî bingeha serekî ya perwerdehiyê be
Serok Barzanî serdana baregeha Yekçtiya Zanayên ola Îslamî ya Kurdistanê kir û bi helkefta çil û nehemîn damezirandina Yekîtiyê, pîrozbahî li Serok û endamên wê yekîtiyê kir.

Serok Barzanî îro danê sibê çû baregeha Yekîtiya Zanayên ola Îslamî ya Kurdistanê û ji aliyê Serok û berpirsên din yên wê ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî di peyveke kurt de behsa wê yekê kir ku DIŞI û terorîst, ol bo meramên xwe yên kirêt bikar tînin û got, ewa ku wan kirin mezintirîn sûc bû li hember dîn. Di îslamê de tiştekî wisa nîne.

Serok Barzanî şîret li mamostayên ayînî kir û got, lazim e xelk wisa bê perwerdekirin ku ol û welat ji hev neyên veqetandin. Ewên ku dîndar bin, hej ji welatê xwe jî dikin û ewên ku hej ji welatê xwe bikin dikarin dîndar jî bibin.

Serok Barzanî di dawiyê de pîrozbahî li Serok û berpirsên Yekîtiya Zanayên ola Îslamî kir û got, bo piştevanîkirina we çi ji destê me were, emê bikin.

Top