Nûnerê Hikûmeta Herêmê beşdarî civînên Encûmena Giştî ya NY dibe
Rêvebirê Brotokolan Di Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî ji K24ê re ragihand, di çarçova şanda Iraqa Federal de, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî beşdarî 74emîn civînên salane ya Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî li Ner Yorkê dibe.
Got jî: Li perawîza civînên Encûmena Giştî de, Berpirsê Pêwendiyên Derve çendîn hevdîtin û civînan bi serkirde û nûnerên welat û rêxistinên navdewletî re dike.
Biryar e roja 23ê vê mehê 74emîn civînên Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî bi beşdariya piraniya serkirde û berpirsên welatên cîhanê li New Yorkê birêve biçe.
K24
