Mesrûr Barzanî: Rola Zanayan nayê jibîr kirin
Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Zanayên Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 49 saliya damezrandina yekîtiya zanayên olî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bo yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê
Birêzan Serok û endamên yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê
Bi minasebeta 49 saliya damezrandina yekîtiya we, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim, Yekîtiya we di roja 21ê Îlona 1970 bi rênîşanderiya Nemir Mele Mistefa Barzanî hate damezrandin, ji roja han ve heta niha roleke girîng di xizmet kirina ola îslam û tevgera azadîxwazî ya Kurdistanê de lîstiye, di warê şerê dijî tundûtîjî û radîkalîzimê roleke girîng lîstiye û cîhê destê we diyare.
