Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa Kerbelayê şermezar kir
Seroaktiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa duh li Kerbelayê rêya bombekî vedayî hate encamdan şermezar kir.
Di daxuyaniya serokatiyê de wiha hate gotin: “Bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikîn ku doh înê li bazgehekî bajarê Kerbela li rêya bombekî vedayî di nava otombêlek ve hate encamdan û têda zêdetirê deh hemwelatî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûne.
Serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan dikîn û hevsoz û hevxema wanîn. Xwedayê mezin bi bihûşta xwe wan şad bike û sebir û hedarê bide kesukarên wan, hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.”
Çi bibû?
Duh Kerbelaya bajarê Iraqê di minîbêsekê de teqîn çêbû û 12 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Tora Medyaya Ewlehiya Wezareta Berevaniya Iraqê, teqîn li deriyê bajêr nêzî Cihê Kontrolê ya 54an çêbû.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyrta Tenduristiya Bajêr hat hildan, di bûyerê da 12 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji hin kesên ku di minîbêsa da bûn şewitîne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Herwiha Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê êrişkarê bûye sedama kuştina 12 kesan hat girtin.
Rudaw
