• Friday, 15 May 2026
logo

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê: Em sipasiya Mesrûr Barzanî dikin û hêviya me bi wî heye

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê: Em sipasiya Mesrûr Barzanî dikin û hêviya me bi wî heye

Yekitiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê ragehandin: ‘’Em sipasiya Serokwezîr dikin û em di wê baweriyê de ne ku di pêngavên wî de ronahiya hêviyek geş ji bo pêşeroja Kurdistanê heye.”

Mekteba Serkreteriya Yekitiya Ciwanên Demokrata Kurdistan 4.04.2024, ragehand: "Tevî rewşa nebaş a çend mehan a Herêma Kurdistanê û ambargoya siyasî û nedestûrî ya Dadgeha Federalî ya li ser Herêma Kurdistanê, lê berxwedan, hewldan û keda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Encûmena Herêma Kurdistanê kire kiryar û rewşa zehmet a darayî derbas kir û ber bi dawiyê diçe."

Herwaha amaje bi wê jî hatiye dayîn: ‘’Serokwezîr, di destpêka kabîneya Hikûmeta Herêma Kudistan û di pêşkêskirina pirojeyên kar û kar kirin ji bo bi sîstematîk kirina hemî damezranên fermî yê Hikûmetê, bê behnvedan û şev nexewî û ji xwe borîn hewildan bo xizmeteke baştir a hemwelatiyên Kurdistanê kiriye ku hêjayî wan xizmetane, bê şik pilana nehez û dijminên navxweyî û derve nebûya wê Kurdistan di rewşeke baştir da bûya.’’

Herwaha Mekteba Sekreteriya Yekitiya Ciwanan ragehand, ‘’Em sipasdarê serokwezîrin û  em di wê baweriyê de ne ku di pêngavên wî de ronahiya hêviyek geş ji bo pêşeroja Kurdistanê heye.”

Basnews

Top