Nêçîrvan Brazanî: Divêt neweyê ayînde, rol di pêşxistana Herêma Kurdistanê de hebe
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji kompanîyayên Herêma Kurdistan kir derîyê delîveya kar bo xortên derçûyî yên zankoyê vekin.
Herweha got: Xweşhalim dema xortên ast bilind dibînim û divêt neweyê ayîndeyê rol di pêşxistana Herêma Kurdistanê de hebe.
Di pişkeke dî ya gotara xwe de got: Erkê hikumeta Îraqê ye piştîvanîyê li pêşkevtinên Herêma Kurdistanê bike.
Derbarê arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de, got: Divêt ew arîşyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene li gor destûrê bihên çareserkirin û herweha tebayîyê di navbera alîyên sîyasî de bihêt berfirehtir kirin.
K24
