• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokomarê berê yê Tunisê koça dawî kir

Gulan Media September 20, 2019 Nûçe
Serokomarê berê yê Tunisê koça dawî kir
Serokomarê berê yê Tunisê, koça dawî kir.

Serokomarê berê yê Tunisê, Zeynel Abidîn bin Alî, li nexweşxaneyeke li Erebistana Siûdiyê, koça dawî kir.

Parêzerê Zeynel Abidîn bin Alî, Munîr Bin Saliha, hefteya derbasbûyî, ji radyoyeke herêmî re axivîbû û aşkere kiribû ku Zeynel Abidîn bin Alî bo nexweşxaneyê hatiye rakirin û ragihandibû ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e.

Serokomarê berê yê Tunisê, Zeynel Abidîn bin Alî ku temenê wî 83 sal bûn, piştî şoreşa 14ê Çileya 2011an a li Tunisê derbasî Erebistana Siûdiyê bûbû.

Rudaw
Top