Kevneparlementerekî kurd yê AKPê: AKP ferq û cudahiyê dixe navbera kurdan û tirkan!
Kevneparlementerekî kurd yê AKPê, bi tundî rexne li partiya xwe girt û jê veqetiya.
Siyasetmedarê kurd Cuma Îçten, ku sala 2011 heta 2015 parlementerê AKPê û nûnerê bajarê Diyarbekir yê Bakûrê Kurdistanê li parlementoya Tirkiyê bû, ji partiya xwe veqetiya.
Cuma Îçten, di îstîfanameya xwe de, ku ji 7 rûplan pêk tê, bi tundî rexne li AKPê girtiye û gotiye, di heyama serdestiya hikûmeta AKPê de, xirabî û wêrankariyên mezin di warên dadperwerî, aborî, çandî, perwerde, şaredarî, şerê terorê û gelek mijarên din de çêbûne. Ji ber wê jî “ez neçar ma dest ji wê partiya ku gelek caran ji ber xatirê wê rastî mirinê hatim, berdim. Em êdî dikevin qonaxeka nû. Ev qonax, qonaxa îsyanê ye û qonaxa wê ye ku li kêleka miletê xwe li edalet û hiqûq û tiştên baş bigerin…”
Wî parlementerê berê yê AKPê, behsa siyaseta AKPê li hember kurdan jî kiriye û gotiye, AKP ferq û cudahiyê dixe navbera kurdan û tirkan. Ji kurdan re siyasetek û hiqûqek cuda daniye û ji tirkan re jî hiqûqek cuda. Li rojavayê Tirkiyê, şaredarên ku ji kar tên dûrxistin, ew kesên ku tên şûna wan ji aliyê meclisa bajêr ve tên destnîşankirin lê li bajarên kurdan li şûna wan şaredarên ku ji kar tên dûrxistin, qeyûm tên danîn… Ez van tiştan qebûl nakin û bertek nîşan didim…”
Cuma Îçten (46 salî), ku dê û bavê wî xelkê devera Dara Hênê (Genç) ya Çewlîgê ne, li bajarê Diyarbekirê ji dayîk bûye. Kurdekî zaza ye û li Amerîka beşa bazirganî xwandiye. Cuma Îçten her wiha pisporê perwerdê, pêwendiyan û sermayeguzariyê ye.
Basnews
