Serok Barzanî û Serok Komarê Iraqê civîyan
Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî li asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin, her wiha ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, bi taybet pirsên budçeya giştî ya sala nû ya Iraqê, rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê û dariştina yasayan û gef û metirsiyên terorê. Li vî derbarî de tekez li ser berdewamiya diyaloga çareser kirina kêşeyan bi giştî û pabendbûna bi destûr kirin.
Her li vê hevdîtinê de proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û tekez li ser pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan kirin.
Waar.tv
