• Thursday, 12 February 2026
logo

Partiyên Kurdî li Mûsilê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinê dibin

Gulan Media September 20, 2019 Nûçe
Partiyên Kurdî li Mûsilê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinê dibin
Partiyên siyasî yên Kurdên Êzidî li Şingalê, aşkere dikin ku ew amade ne bi lîsteyeke hevbeş li gel partiyên din ên Kurdistanê beşdarî hişbijartinên encûmena parêzgeha Mûsilê bibin.

Partiyên siyasî yên Kurdî, amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ku biryar e, 1ê Nîsana 2020an bên encamdan berdewam dikin û li hinek parêzgehan partiyên Kurdî dê bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin.

Hefteya derbasbûyî, partiyên Kurdî, aşkere kiribûn ku li Kerkûkê, ew dê, bi lîsteya ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ beşdarî hilbijartinê bibin.

Partiyên Kurdî yên li Mûsilê jî ji bo ku bi lîsteyeke hevbeş, beşdarî hilbijartinan bibin hevdîtinên xwe berdewam dikin.

Partiyên siyasî yên Êzidiyan li Şingalî jî, amadebûna xwe bo beşdarbûna bi lîsteyeke hevbeş li gel partiyên din ên Kurdî li parêzgeha Mûsilê, radigihînin.

Berpirsê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Şingalê Dawut Cundî, ji Rûdawê ragihand ku heta niha derbarê gotûbêjkirina hilbijartinên bo encûmena Mûsilê, ew carekê li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kom bûne.

Dawut Cundî derbarê beşdarbûna bi awayekî hevbeş li gel partiyên din ên Kurdî jî got, “Em weke YNK dixwazin partiyên Kurdî ên li Mûsilê, bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên bo encûmenê bibin. Di vê çarçovê de bo gotûbêja li gel hemû partiyên Kurdistanî em amade ne.”

PDK li Mûsil û navçeyên wê, weke partiya Kurdî ya ku herî zêde dengan bidest dixe, derdikeve pêş.

Berpirsê PDKê yê Mûsilê, Elî Xelîl jî dibêje ew ne tenê bi YNKê re, ew dixwazin bi hemû partiyên Kurd re bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin û radigihîne, “PDK, van deveran weke axa Kurdistanê dibîne û ji ber hindê rast nabîne ku tenê dengek jî bo aliyekî din biçe. Eger em bi lîsteyên cuda, beşdarî hilbijartinê bibin, dengên Kurdan jî dê belav bibin. Ji ber wê yekê em beşdarbûna bi lîsteyeke hevbeş rast dibînin û di vê çarçovê de em amade ne gotûbêjan li gel hemû partiyên Kurdî bikin.”

Li Şingalê, 4 partiyên siyasî yên Kurdên Êzidî, ragihandibûn ku wan hevpeymaniyek ava kirine. Heyamên bihûrî jî yek ji wan partiyan aşkere kiribû, ew ji hevpeymaniyê vekişiyane.

Serokê Partiya Êzidî ya Demokrat Heyder Şeşo jî ji Rûdawê re bibîr xist ku wan beriya niha hevpeymaniyek pêkanîbûn û diyar kir ku ew niha amdekariyan bo beşdarbûna hilbijartinê dikin û got, “Em niha dixwazin bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibin.”

Heyder Şeşo derbarê, beşdarbûna bi lîsteyeke hevbeş li gel partiyên din ên Kurdî jî got, “Em nikarin xwe ji Kurdistanê cuda bikin. Heta niha ti partiyeke Kurdî, daxwaz ji bo beşdarbûna bi lîsteyeke hevbeş nekiriye. Lêbelê eger daxwazeke wan a bi vî rengî hebe, em jî dê li bernameyên wan binêrin û eger ew bername guncaw be li gel berjewendiyên Êzidiyan, em dê qebûl bikin ku bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin.”

Mûsil, duyem mezintirîn parêzgeha Iraqê ye. Ji sê pişkên serjimariya wê parêzgehê pişkek Kurd in. Ji 39 kursiyên encûmena Mûsilê, 13 yên partiyên Kurdî ne. Piştî rûxandina rejîma Baes di sala 2003an de, partiyên Kurdî bi yek lîsteyên beşdariyê di hilbijartinan de kirin û serokatiya encûmenê bi dest xistin.

Herwiha tê çaverêkirin di hilbijartinên sala 2020an de hejmara kursiyên encûmenê ji 39an bo 27an bê kêmkirin.

Rudaw
Top