Şeladizê - 14 roje PKKê ciwanekî birîndar revandiye
Birayê mezin ê Şewket Elî Rezgeyî Şukrî Elî, ji heftenameya Basê ra axivî û da zaîn ku birayê wî di 02.09.2019an da bi armanca serdana zeviyan çûbû Şeladizê û li ser zeviyên wan PKKê birayê wî birîndar kiriye. Herwiha Şewket Elî aşkere jî kiriye birayê wî ji destê xwe birîndar bûye û kesekî din ji Şeladizê hewl daye birayê wî derman bike û ber bi nexweşxaneyê bibe. Lêbelê PKKê bi ser wan da girtiye û birayê wî dî wî halê birîndar da ber bi cihekî ne diyar va biriye.
Herwiha Şewket Elî amaje bi wê yekê jî dike ku 14 roj bi ser girtin û birîndarbûna birayê wî derbas bûye. Lê aqûbeta wî hîn jî nayê zanîn. Şewket Elî aşkere jî kir ku wan serdana binke û baregehên PKKê li herêmê kirine û PKKê birayê wî radestî wan nekiriye û metirsî li ser jiyana birayê wî heye.
Basnews
