• Thursday, 12 February 2026
logo

Tirkiye- 1 sal û 5 meh cezayê zindanê li Hozan Canê hat birîn

Gulan Media September 19, 2019 Nûçe
Tirkiye- 1 sal û 5 meh cezayê zindanê li Hozan Canê hat birîn
Dadgeheke Tirkiyê bi sedema ku haqaret li serokomariya Tirkîyê kiriye, 1 sal û 5 meh cezayê zindanê li hunermenda kurd ya navdar Saîde Înaç birî ku di nav gel de bi navê Hozan Canê tê zanîn.

Parêzera Hozan Canê, Newroz Akalan, dibêje ku li ser medyaya civakî bi dehan hesabên ku li ser navê wê hatine vekirin hene û parvekirinên ku bûne sedema cezayê, ne yên Canê ne.

Akalanê ji VOAyê ra axivî û got; “Li Tirkîye di demên dawî de givaştinên ser azadîya ramanê dijwartir bûne jiber ku cezayê Canê tenê jibo karukaturekê hate dayîn. Jixwe ev parvekirin jî ne ya Hozan Canê ye. Ev ceza bi temamî dijî hiqûqê ye.”

Akalan da zanîn ku wan bi hemû belge û delîlan îsbat kir ku ev ne hesabê Canê ye, lê dadgehê dîsa jî cezayê zindanê li Canê birî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hunermenda kurd di pêşîya hilbijartinên hezîrana sala borî de li bajarê Edîrnê ya bakurê rojavayê, li ser otobuseke kempeynê ya HDPê hatibû girtin.

Basnews
Top