Peykerê Têkoşerê navdar yê Hindistanê li Hewlêrê hat danîn
Nêçîrvan Barzanî beşdarî rêwresma perderakirina li ser peykerê Gandî li Hewlêrê kir
Duhê êwarê li Hewlêrê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Hindistanê, li parka Samî Ebdulrehman peykera Têkoşer û Serkirdeyê navdar yê Hindistanê Mehatma Gandî hate danîn.
Serokê herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Hindistanê bi hevre di merasîmekê de perde li ser peykerê Gandî ra kirin.
Ev merasîma han bi minasebeta 150 saliya ji dayikbûna Gandî hatibû organîzekirin.
