Li Kerkûkê berpirsekî din yê kurd ji kar hat dûrxistin!
Endama encumena parêzgeha Kerkûkê, Ciwan Hesen Zengene ji BasNewsê re got, berpirsê polîsê hawarçûna Kerkûkê, Daniya Cebar, ku kesekî kurd e, ji aliyê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ji kar hat dûrxistin.
Ciwan Hesen her wiha got, guhertin di pile û postan tiştekî normal e lê ev guhertinên ku piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 li Kerkûkê tên kirin, hemû li dijî kurdan tên kirin, ji ber wê jî ev normal nîne. Em vê yekê wek binpêkirina mafên kurdan dizanin.
Bi gotina wê endama encumena parêzgeha Kerkûkê, ji 16 Cotmeha 2017 ve heta niha herî kêm 50 berpirsên kurd li Kerkûkê ji kar hatine dûrxistin.
Basnews
