Erebên Kerkûkê gefa tomarkirina sikalayê dikin li dijî (lîsta Kerkûk Kurdistanîye)
Hêzên Erebî, gefa sikala tomarkirinê dikin li ser navê (Lîsta Kerkûk Kurdistanîye). Li gor dîtina wan nabe Kerkûk bi navê Kurdistanê ve bihête girêdan. Ew lîst Kurdî ye lê heya niha li komisyona Helbijartinan nehatîye tomarkirin, belê hewlek heye bo helweşandina navê wê lîstê. Alîyên Kurdistanî jî dibêjin: Navê lîstê ji alîyê yasayî ve ti arîşe nîne.
Wesfî Asî, serokê Qewşena Erebê Yekgirtî, dibêje: Ew dixwazin tane yên xwe bibin komisyon û dadgehê û dijî navê evê hevpeymanîya Kurdî sikalayê tomar bikin. Çunku li gor gotina wî, ev nav arîşeyan di navebra pêkhateyên Kerkûkê durist dike.
Hevpeymanîya ( Kerkûk Kurdistanîye) ji 11 alîyên sîyasî pêkhatîye, heya niha wek mezintirîn hevpeymanîya hêzên Kurdî dîyare. Derbarê evê mijarê jî, Bextîyar Mehemd, berpirsê peywendîyên Hizba Komonîsta Kurdistanê li Kerkûkê dibêje: Ev nav ji alîyê wan partîyên Kurdî ku di evî lîstê de ne, ti arîşeyên sîyasî nîne.
Ji tevaya alîyên sîyasî, heya niha Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, yekem alîyê Kurdîye ku ji evê Hevpeyamnîyê xwe vekişandîye û biryar daye bi cuda pişikdarîyê di helbijartina Civata Parêzgehan de bike.
K24
