• Thursday, 12 February 2026
logo

Îsraîl dîsa li heşda şebî da

Gulan Media September 18, 2019 Nûçe
Îsraîl dîsa li heşda şebî da
sê navendên heşda şebî hatine jinavbirin
Li gor çapemeniya Îsraîlê, duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser pêgehên çekdarên heşda şebî û Îranê kirine.

Çapemeniya Îsraîlê li ser zarê rayedarên artêşa vê welatî belav kir ku duhê bi şev balefirên artêşa Îsraîlê li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê li devera Eblkemal êrîşî ser navend û pêgehên çekdarên heşda şebî kirine û ev navendên han yên ku çekdarên Îranî jî di nava wan de bûne, hatine wêrankirin.

Ji aliyeke din ve çekdarên heşda şebî jî gef li Urdinê dikin û dibêjin Urdin rê bo wan êrîşan xweş kiriye.
Top