• Thursday, 12 February 2026
logo

Jeffrey: Em li Sûriyê dimînin û piştevaniya HSDê dikin

Gulan Media September 18, 2019 Nûçe
Jeffrey: Em li Sûriyê dimînin û piştevaniya HSDê dikin
Şanderê Taybet ê Amerîka Bo Sûriyê, James Jeffrey ragihand ku beşek ji hêzên Amerîka li bakurê rojhilat Sûriyê dê ji bo demeke dirêj bimînin û Amerîka dê di piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî berdewam be.

Di hevpeyvîneke rojnamevanî de Şanderê Taybet ê Amerîka Bo Sûriyê, James Jeffrey got, bi rêya pêkanîna mîkanîzmaya emnî û herêma aram, Amerîka hem dê tirsên Tirkiyê çareser bike û hem jî dê hevpeymanên xwe HSDê biparêze.

James Jeffrey behsa mijarên herî girîng li rojhilatê Feratê, her wekî mana hêzên Amerîkî, pêwendiya ligel HSD, kampa Holê û mîkanîzmaya ewlekariyê li ser sînor û dilgiraniyên Tirkiyê kir.

Derbarê mana hêzên Amerîkî û pêwendiya ligel HSDê Jeffrey got: “Grûpek ji artêşa Amerîkî her çend biçûk be jî, dê ji bo demeke dirêj û ne diyarkirî li bakurê rojhilatê Sûriyê bimîne daku hemahengiyê ligel hevpeymanên me li ser erdê bike.

Niha hevkariya ligel HSD ji têkşikandina Rêxistina tundrew bûye bihêzkirina ewlehiya xwecihî da ku torên veşartî yên Dewleta Îslamî serî hilnedin. Em di pêşkêşkirina piştevanî û rahênan û alîkariya bo sivîl û şerê li dijî terorê û dabînkirina aramiyê de berdewam in."

Derbarê rewşa Kampa Holê û metirsiyên wê li ser ewlehiya herêmê, Jeffrey wiha axivî: “Kampa Holê û kampên din li bakurê rojhilatê Sûriyê cihê dilgiraniya me ne û ew tehedayeke ewlehî ya demdirêj in. Pêwîstî bi hevkariyeke navdewletî hevbeş heye ji bo peydakirina çaeseriyên dayimî. Em alîkariyên mirovî pêşkêş dikin û desthilatên xwecihî yên HSD alîkariyê di dabînkirina ewlehiyê de dikin, lê tu desthilata me ya rasterast li ser kampê nîne."

Şanderê Taybet yê Amerîka bo Sûriyê behsa mîkanîzmaya ewlehiyê li ser sînorê hevbeş û dilrihetkirina Tirkiyê kir û got: “Armanca me ya sereke ew e ku em dixwazin tenê mîkanîzmaya ewlekariyê pêkbînin da ku jinavbirina Dewleta Islamî misoger bikin. Nerîna Serokê Amerîka ew e ku em wekî Amerîka valahiyê û navçeyên sist nehilin ku şaneyên Dewleta Îslamî tê re derbasbibin, eger em vekişiyan an me piştevaniya xwe rawestandin. Bi vî şêweyî, emê tirsên rewa yên Tirkiyê çareser dikin, lê hevpeymanên xwe li ser erdê jî diparêzin."

Di heman dema ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexneyên tund li helwesta Amerîka ji navçeya aram digire, aliyê Amerîkî tekez dike ku pêngavên baş derbarê pêkanîna mîkanîzamaya ewlekariyê tên avêtin.

Rudwa
Top