Berpirsên Tirkiyê nexwastin bi şandeka Iraqî re hevdîtin bikin!
Berpirsekî Iraqî ji malpera Iraqî ya “Sumaria News” re gotiye, çend roj berê şandeka Iraqî bo mesela avê çûbû Enqerê lê berpirsên hikûmeta Tirkiyê amade nebûn bi wê şandê re hevdîtin bikin.
Wî berpirsê Iraqî daye zanîn, Tirkiye û Iraq li ser mesela berdana ava çemên Dîcle û Firat nêzîkî rêkeftinê bûne lê wisa xuya dike Tirkiye daxwaza tiştên zêde dike ji ber wê jî xwe nade ber rêkeftinê.
Bi gotina wî berpirsî, Tirkiye ji sozên ku dabûn Iraqê, poşman bûye û naxwaze avê bide Iraqê.
