Parêzgerê nû yê Hewlêrê li pêş serokê Herêmê sonda yasayî xwar
Îro rêûresma sûnd xwarna D. Ferset Sofî jibo parêzgerîya Hewlêrê li baregehê serokatya Herêma Kurdistanê hatin krin û bi amadebûna Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe D. Ferset Sofî parêzgerê nû hilbijartîyê Hewlêrê li beranber Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar.
Di rêûresman da û piştî sûnd xwarnê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahîya destbkarbûna D. Ferset Sofî wek parêzgerê nû yê Hewlêrê kir û hêvîya serkeftinê di erkên wî da jibo xwast.
Herweha Nêçîrvan Barzanî spasîya Newzad Hadî parêzgerê berê yê Hewlêrê kir jibo wan kar û xizmetên di dema li posta parêzgerîya Hewlêrê da bo paytexta Kurdistanê kirîn.
Roja 12ê vê mehê di civîna Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.
