• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Emerê Seyid Elî kir

Gulan Media September 15, 2019 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Emerê Seyid Elî kir
Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran dike û hêvîxwaz e hemahengî û yekrêzîya di navbera aliyan de berdewam be.

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendîyek telefonî de pîrozbahî li Emerê Seyid Elî kir, bi boneya hilbijartina wî - bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran.

Di wê pêwendîya telefonî de, Serokê Hikumetê pîrozbahî li Rêkxerê Giştî û Tevgera Goran kir, bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên wan û hêviya serkeftinê bo wan xwest.

Got jî , hêvîdar in aramî û hemahengîya û yekrêzîya di navbeyna aliyan de berdewam be, di çarçoveya xizmetkirina xelkê Kurdistanê de.

Emerê Seyid Elî - Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, spasiya Serokê Hikumetê kir û piştgîriya Tevgera Goran bo Hikumeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya xizmetkirina welatiyên herêma Kurdistanê de, tekez kir.

Top