Amerîka: Îran raste rast di pişta êrîşan deye
Pempeo diyar kir ku dorneyên destê husiyan yên Îranê ne, û husî jî bi fermana Îranê ev êrîşên han pêk anîne jiber vê yekê Îran raste rast li pişta wan êrîşane,
Pempeo anî ziman ku heta niha husiyan li dijî Siûdiyeyê 100 êrîş pêk anîne û destê Îranê di tevahiya wan êrîşan de heye.
Nav hatî behsa vê yekê kir ku di demekê de ku cîhan bi giştî daxwaza parastina ewlekariya enerjiyê dike, Îran beruvajî cîhanê, dest bi êrîşan bo ser çavkaniyên enerjiyê kiriye û bi vê awayî dixwaza aramiya dever û cîhanê têk bibe.
