• Thursday, 12 February 2026
logo

Bexda ji wan deynên navnetewî 9 milyar dolaran deyndarê herêma Kurdistanê ye!

Gulan Media September 15, 2019 Nûçe
Bexda ji wan deynên navnetewî 9 milyar dolaran deyndarê herêma Kurdistanê ye!
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragehand, hikûmeta Iraqê ya federal bi giştî ew deynên navnetewî yên salên borî de kirine, ji wan deynan 9 milyar dolaran deyndarê herêma Kurdistanê ye.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Beşar Kîkî ragehand, hemû mûsteheqên darayî yên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di navbera salên 2014ê heta 2018ê ku nehatine dayîn nêzîkî 80 milyar dolar e.

Herwaha ji rojnameya Şerqulewset re ragehand, Bexda nêzîkî 9 milyar dolarên herêma Kurdistanê jî deyndare ji ber pareyê ku ji qada navnetewî deyn kiriye û mafê Kurdistanê nedaye.

Kîkî amaje bi wê yekê jî kir, ku hikûmeta herêma Kurdistanê cîdî ye bo geheştina rêkeftinekî temam a her du aliyan, di vê çarçoveyê de hin guhertin di şîrketên Somo û şîrketên Nefta Bakur de ji aliyê derxistina biryar û vekirina hesabek bod ahata 250 hezar bermîl li gor yasaya budce tê kirin.

Basnews
Top