• Friday, 13 February 2026
logo

Malbatên di çalakiyê de derbarê HDPê de doz vekirin

Gulan Media September 15, 2019 Nûçe
Malbatên di çalakiyê de derbarê HDPê de doz vekirin
Malbatên ku li Amadê çalakiya rûniştinê dikin bi îdiaya ku berpirsyariya wan heye ku zarokên wan revandine serê çiyê derbarê Serokatiya Bajêr a HDPê de doz vekirin.

Malbatên li Amedê ku îdia dikin di revandina zarokên wan ji bo çiyê de HDP bûye navbeynkar, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber derê avahiya HDPê didomînin.

Yek ji beşdariyên çalakiyê Suleyman Aydin anî ziman ku kurê wî Ozkan 4 sal berê dema 15 salî bû hatiye revandin û got “ji ber ku zarokên wan revandin serê çiyê” derbarê Serokatiya Bajêr a HDPê de gilîdar bûn.

Aydin îdia kir ku ku berpirsên HDPyî gefan li wan dixwin û got: “Min heta 15 saliya wî bi feqîrî kurê xwe mezin kir, min ji bo we mezin kir? Zarokên xwe bibin, zarokên parlementeran bibin. Em wek dayik û bav em hemû çûn dozgeriya komarê û gilîdar bûn. Ji ber ku berpirsê zarokên me ev in em gilîdar bûn. Me roja ewil got ku 'Heta em her roj dimirin em ê rojekî bimirin'. Em li vir in naçin tu derê. Duh li vir êrîşî jinekê kirin, me tehdîd dikin, dev diavêjin me.”

Aydin da zanîn 12 roj e çalakiya rûniştinê didomînin û wiha pê de çû: "Ma Serokatiya Bajêr a HDPyê gotine me 'kerem bikin', 'werin ka derdê we çi ye' û pirsgirêka ma çareser kirin? Ma gotine me ku 'Wek gelê Amedê hûn çima hatine vir, werin em biaxivin? û pirsa me kirin. Ez çawa welatiyê te yê Kurd im, tu çima guh nadî min? Dema min deng dida te ez Kurd bûm, niha ji bo zarokê xwe hatime Kurd nînim? Ma ev ji Xwedê rewa ye, hûn çima wiha dikin?"

Rudaw
Top