• Thursday, 12 February 2026
logo

Selçuk Ozdag: Em ligel 10 parlamenterên AK Partiyê di peywendiyê de ne

Gulan Media September 15, 2019 Nûçe
Selçuk Ozdag: Em ligel 10 parlamenterên AK Partiyê di peywendiyê de ne
Parlamenterekî berê yê AK Partiyê ku ligel Ahmet davutoglu cuda bûye dibêje, ew ligel 10 ‎parlamenterên AK Partiyê di peywendiyê de ne, lê daxwaz ji wan kirine niha dest ji kar nekişînin ‎an îstîfa nekin.‎

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê yê berê Selçuk Ozdag ku roja Îna borî ligel wezîrê derve û ‎serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û çend berpirsên din ên AK Partiyê di civîneke ‎çapemeniyê de ji wê partiyê îstîfa kirin, dibêje ligel 10 parlamenterên AK Partiyê di peywendiyê ‎de ne û daxwaz ji wan kirine ku niha dest ji kar nekişînin.‎

Ozdag amaje bi wê yekê da ku li 81 parêzgehên Tirkiyê komisyon pêkanîne û di demeke nêzîk ‎de dest bi nivîsandina program û peyrewa navxwe ya partiya nû dikin.

Piştî Ahmet Davutoglu ji ‎AK Partiyê îstîfa kir, du parlamenterên din ên berê yên AK Partiyê û berpirsekî berê yê AK ‎Partiyê li ser hesabên xwe yên Twitterê destjikarkişandina xwe ragihandin û dan zanîn ku ji niha ‎û şûnde ligel Davutoglu kar dikin.

Rudaw
Top