Tevgera Goranê Omer Seyid Elî wek Rêkxerê Giştî hilbijart
Lemya Resûl Peyamnêra WAARê li Silêmanîyê ragihand: Civata Niştîmanî ya Goranê îro sibehê jibo hilbijartina endamên xaneya raperandinê, herweha rêkxerê giştî yê tevgerê kombû û her yek ji Omer Seyid Elî û Şorş Hacî berbijarên rêkxerîya giştî, lê Omer Seyid Elî bi piranîya dengan bo dema 2 salên bihên wek rêkxer hat hilbijartin.
Herweha desteyeka nû jî jbo xaneya raperandinê hat hilbijartin, ku 13 kesan hevrikî li ser 7 kursyên xaneya raperandinê dikir, ku ji rêkxerê giştî, sekertêrê Civata Niştîmanî, sekertêrê Civata Giştî zêdebarî sekertêrê Fraksiyonan, sekertêrê Bajarvanîyan, sekertêrê Joran û herweha sekertêrê Xelkî, pêktên.
Civata giştî ya Tevgera Goranê li pêncşemba bûrî kom bibû û desteya serokatîya xwe hilbijart, her yek ji Cemal Hacî Mihemed, jibo serokatîya civata giştî ‘Elî ‘Ebdulla wek cêgir û pêşrew reûf wek sekertêr hatin hilbijartin.
Waar.tv
