• Thursday, 12 February 2026
logo

Çîftyurek: AKP li Kurdistanê namîne!

Gulan Media September 14, 2019 Nûçe
Çîftyurek: AKP li Kurdistanê namîne!
Serokê Gişti yê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Sînan Çîftyurek amaje bi geşedanên herî dawî yên di qada siyaseta Tirkiyê de dike û dibêje, bi siyasetên niha, wiha xuya dike ku AK Partî li Kurdistanê namîne.

Piştî rapirsiya dawî ya Navenda Lêkolînan a Avrasyayê ku tê de derketibû holê heke îro hilbijartineke giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bê lidarxistin, dê Partiya Komarî a Gel (CHP) li Tirkiyeyê bibe desthilatdar, hesabên siyasî ji aliyê layên Kurdî ve ji nû ve têne kirin.

HDP dibêje yê ku xurt dibe ne CHP ye opozîsyona li hember AK Paertiyê ye, partiyên Kurdî jî dibêjin dewlet naxwaze Kurdan radestî CHPê bike.

HDP sînorder be jî niha di babeta danîna qeyûman li ser şaredariyên xwe û herwisa çalakiyên nerazîbûnê de piştgirî ji CHPê wergirtiye û rayedarên HDPê di wê baweriyê de ne, ku desthilateke nû ya li hember AK Partî û Erdogan ewê ew bi xwe dirist bikin; ango kilîda desthilatê HDP ye.

Hevserokê HDPê yê Şaxa Amedê, Zeyad Ceylan li ser vê yekê ji Rûdawê re ragihand: “CHP ewê bibe desthilat û Kurd piştgiriya wan bikin babet ne ev e avakirina bereyeke demokratîk girîng e; AKP desthilata xwe bi qewlên çareserkirina pirsgirêka Kurd bi destxistibû û CHP ve jî vê yekê baş dizane.”

Şeredarê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Selçûk Mizraklî jî dibêje: “Divê were zanîn ku li Tirkiyeyê lawazbûna desthilata AKPARTİyê nayê wateya bilindbûna dengên CHPê, ev xurtbûn xurtbûna opozîsyonê ye û yê ku di vê warê de biserketiye HDP ye.”

Li gor Partiyên Kurdistanî jî qutkirina proseya aşîtiyê û polîtikayên hikumetê yê li ser bingeha ewlehiyê û herwisa hevgirtina AK Partî û MHPê destê AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê lawaz kiriye û dê ev encam bi xwe re valahiyeke mezin bîne; lê ji aliyekê din ve AK Partî naxwaze ku vê valahiyê CHP dagire.

Serokê Gişti yê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Sînan Çîftyurek amaje bi nemana AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê dike û dibêje: “AKP bi van polît’kayên xwe wisa xuya ye ku li Kurdistanê namîne û di valahiyeke mezin peyda bibe; bi ya min % 70-80 ewê vê deng herin ji bo HDPê ji aliyeke din de dewlet naxwaze ku ev valahî ji aliyê CHPê ve were dagirtin; 2 eger hene an dê ev deng herin ji bo CHPê an jî herin ji bo partiya nû ya Alî Babacan.”

Partiya Komarî ya Gel CHPê di hilbijartinên dawî de li bajarê Amedê ji % 1.6, li bajarê Wanê ji % 1.5 deng stendibû.

Rudaw
Top