• Thursday, 12 February 2026
logo

Demirtaş tê serbest berdan?

Gulan Media September 13, 2019 Nûçe
Demirtaş tê serbest berdan?
Parêzeren Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, derbarê doza wî ya Dadgeha Mafên Mirovan de sibê daxuyaniyeke berfireh didin.

Nivîsîngeha Çapemenî ya HDPê da xuyakirin, doza Selahedîn Demîrtaş di Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê de 18'ê Îlonê tê dîtin.

Hat destnîşankirin, parêzer, derbarê doza Dadgeha Ewropa û dozên din yên Demîrtaş de, sibê demjimêr 13'ê de, li Stenbolê wê civîneke rojnamevanî encam bidin.

Parêzerên Demirtaş destnîşankiribûn, ku ligor proseya li Tirkeiye birêve diçe, egera serbest berdan a wî zêde ye. Civîna sibe, ji alî hin aliyan ve tê nirxandin, ku serbestberdan a Hevserokê berê yê HDP di rojevê de ye. Di van rojan de, Demirtaş digihe azadiya xwe...

K24

Top