Efrîn- Teqîneke mezin li navenda bajêr rû da
Çavkanyekê ji bajarê Efrînê ji kurdistan 24ê re raghand, teqînek bi rêya otombêleke bombekirî li navenda bajarê Efrînê rûda û di encama wê teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kesên din jî brîndar bûne.
Ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê li Adara sala 2018yê, ji alyê artêşa Tirkiyê ve û giropên ser bi wê ve, heya niha bi dehan teqîn li wî bajarî rûdane û di encam de bi sedan welatiyên sivîl bûyîne qurban
Nûçegihanê Kudistan24ê diyar kiriye ku teqîn li ser rêya Racoyê pêk hat lê sedema wê heta niha ne diyar e. Her wiha destnîşan kir ku di encama wê de 3 mirine û 20 kes jî birîndar bûne.
Ligor zanyariyan heta niha tu aliyan berpirsiyariya teqînê li xwe negirtiye.
Basnews
