• Thursday, 12 February 2026
logo

Fermandarek rejîma Sûriyê: Kurd dagirker in!

Gulan Media September 13, 2019 Nûçe
Fermandarek rejîma Sûriyê: Kurd dagirker in!
Efserek rêjîma Sûriyê li Dêrazorê bang li hozên Ereb dike, ku dest ji HSD berdin û Kurd bi dagîrker binav dike. Dibêje, dê hemû navçeyên di destê HSD de, vegerînin jêr kontrola rêjîmê.

Rewangeha Suriyê ya Mafên Mirovan girtevîdyoyek belav kir, ku tê de, efserek rêjîma Sûriyê ligel hejmarek leşkeran, li gundê Hesîniye yê gundewarên rojavayê Dêrazorê diyar dibe. Tîne ziman, ew hozên li navçeyên jêr destê HSDê de xayin in û Kurdan, navçeyên bakurê Sûriyê dagîrkirine û divê ew hoz tevlî hêzên rêjîmê bibin, da ku hemû navçeyên jêr destê HSDê li bakurê rojhelatê Sûriyê rizgar bikin.

Ew efserê rêjîma Sûriyê, dibêje, ji sînorê Iraqê heta sînorê Reqayê ti maleke Kurdî li vir nîne û divê şêxên hoza Begarh û Gêdat‌ dest bidin‌ rêjîmê, ne ku artêşa eşîran ava bikin. Em hêvî dikin, ku vegerin jêr serkirdayetiya Sûriyê, ne jêr serkirdayetiya Kurd, Amerîka û Îsraîlê.

Herwaha dibêje, ew dê di demek nêzîk de, hemû xaka Sûriyê kontrol bikin û sînorên wan, heta sînorê Tirkiyê û Qamişlo jî, Reqa jî, li xwe digre.

Basnews
Top