• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Pilandanîna Iraqê kir

Gulan Media September 12, 2019 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Pilandanîna Iraqê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Pilandanîna Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Pilandanîna Iraqê, Nûrî Sebah Dilêmî kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa aborî ya Kurdistan û Iraqê hat kirin û hat gotin ku divê şert û zemîneyeka baş bo hatina sermiyana biyanî bo Iraq û Herêma Kurdistanê were afirandin.

Serokê Herêma Kurdistanê û wî wezîrê Iraqî behsa amadekariyên serjimêriya giştî ya Iraqê jî kirin ku biryar e sala 2020 were kirin. Di wî warî de li ser hevkarî û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de hat têkestkirin.

Di civînê de li ser bûdceya sala 2020 ya Iraqê û deverên ku ji ber şerê terorê bi taybet parêzgeha Neynewa, hat axaftin û hat gotin ku divê di amadekirina bûdcê de rewşa wan deveran li ber çav bên girtin.

Basnews
Top