• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên Heşda Şeibî li Mûsilê êrişî du berpirsên Kurd kirin

Gulan Media September 12, 2019 Nûçe
Hêzên Heşda Şeibî li Mûsilê êrişî du berpirsên Kurd kirin
Li xaleke kontrolê li Mûsilê, hêzên Heşda Şebî û artêşa Iraqê êrîşî ser pasevanên Cîgirê Parêzgarê Neynewa û perlemantarekî Iraqê kirin.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê, Sîrwan Rojbeyanî ji Rûdawê re ragihand, li gel endamê Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî li ser riya vegera ji Mûsilê, li bazgeha Gogcelî, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê otomobîla wan rawestandin û êrîşî ser pasevanên wan kirine.

Sîrwan Rojbeyanî diyar kir, ew yek bûye sedem ku şer û pevçûn di navbera pasevanên wan û Heşda Şeibî û hêzên artêşê de çêbibe.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê behsa wê yekê jî kir ku êrîş plankirî bû, ji ber ku nêzîkî 100 heta 150 çekdarên Heşdê û artêşê anîbûn wê xala kontrola rê.

Di derbarê heman bûyerê de, parlamenterê Iraqê Şêrwan Dûberdanî jî ji Rûdawê re got, ew dê doza yasayî li ser berpirsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê tomar bike.

Şêrwan Dûberdanî got, ji ber parlamenteriyê parêzbendiya wî heye û tekez kir, Sîrwan Rojbeyanî jî berpirsekî mezin ê hikûmeta xwecihî ye, lewma divê encamderên vî karî rûbirûyî yasa û dadgehê bêne kirin.

Wî parlamenterê Iraqê behsa wê yekê jî kir, ku di encama wê bûyerê de, 3 pasevanên Cîgirê Parêzgarê Neynewayê û pasevanekî wî birîndar bûne.

Parêzgeha Neynewa anko Mûsilê, ji sala 2014an ve ketibû destê çekdarên DAIŞê, lê hêzên Iraqê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî, piştî şerekî dijwar karîn wê parêzgehê û bajarê Mûsilê ji destê wê rêxistina tundrew derxînin.

Piştî ragihandina rizgariya Mûsilê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, kontrola wê parêzgehê ketiye destê Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê.

Rudaw
Top