• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Piştgiriya kabineya nehem bikin

Gulan Media September 12, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Piştgiriya kabineya nehem bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bo kabineya nehema a Herêma Kurdistanê dubare kir û daxwaz ji endamên PDKê kir ku ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re bibin alîkar.

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Îlona 2019an beşdarî konferansa “PDK di nava guhertinan de, nirxandina rewşa niha û danîna nexşeyekê ji bo pêşerojê” de bû.

Di wê konferansê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir û got, ku derfeta serkeftinên mezin li pêşiya PDKê ne û PDK dikare pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê bidest ve bîne.

Barzanî wiha axivî: “Derfeta serkeftinên mezin li pêşiya PDKê ne û em dikarin pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê bidest ve bîne. Wek mînak jî tişta ku me kir di salên derbasbûyî yên dijwar de, ku PDK tevî wan hemû zehmetiyan û aloziyan û astengiyan karî di çarçoveya Hikûmeta Kurdistanê de roleke pêşeng bibîne di parastin û avakirina welat û birêvebirina Herêma Kurdistanê de, PDK bû parêzerê Kurdistanê û destkeftinên gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştevaniya xwe ji bo kabineya nehem a Kurdistanê nîşan da û ji kadroyên PDKê jî daxwaz kir ku piştevaniya kabineya Kurdistanê bikin.

Rudaw
Top